‘Her darvekirinek êrîşeke li dijî bedena civakê ye’

Berdevka Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî Şîva Mehbubî, destnîşan kir ku ji bo girtiyên siyasî pêdivî berfirehtir e û got: "Divê rejîma Îranê nikaribe girtiyek siyasî jî darve bike, ji ber her biryara darvekirinê êrîşeke li dijî bedena civakê ye.”

ŞEHLA MUHAMEDΠ

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’, ya li girtîgehên Îranê tê lidarxistin, di hefteya xwe ya 90’emîn de didome. Girtî, bi dengekî bilind li dijî darvekirinan dibêjin ‘NA’ û hêvî dikin ku dengê wan him li hundir û him jî li derveyî Îranê bê bihîstin. Lê belê, him çalakiyên girtiyan didomînin û him jî cezayên darvekirinê yên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibe.

Li hemberî bendewariya bihîstina dengê girtiyan, medyaya navneteweyî û rêxistinên navneteweyî têra xwe bala xwe nadin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê.

Niha sê girtiyên siyasî yên jin di bin xetereyek herî mezin de ne; Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî. Rojên borî Sepîde Gholîan, derbarê îhtîmala darvekirina Pexşan û Werîşe de hişyariyan da. Em bi Berdevka Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî Şîva Mehbubî re derbarê vê mijarê û rewşa giştî ya li girtîgehên Îranê de axivîn.

‘Rewşa girtîgehan ji her demê xirabtir e’

Şîva Mehbubî, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser rewşa girtîgehên Îranê û got:
"Rewşa girtîgehan li gorî demên berê pir xirabtir bûye. Rejîm, ji ber tirsa xwe ya xwepêşandanên civakî û hilweşandinê, rojane zextê li ser girtiyan zêdetir dike. Li aliyê din, ji ber bêdengiya navneteweyî û nebûna bertekek bi bandor, zextek cidî li ser rejîmê nayê kirin. Lewma, piştî êrîşa Îsraîlê rewşa girtiyan xirabtir bû; jiyana wan di bin gefek mezin de ye. Girtiyên siyasî bi xetereya darvekirin û mirinê re rû bi rû ne. Mînak, Somaye Raşîdî ya ji mafê xwe ya dermankirina bijîşkî bêpar ma, yek ji wan bû. Girtiyên siyasî yên jin ji nû ve vegeriyan Beşa 6’emîn a Girtîgeha Evînê, lê di şert û mercên dijî mirovahiyê de tên girtin. Li aliyê din, rejîm hedefgirtina aktîvîstên civaka sivîl, hunermend û xizmên girtiyan didomîne. Herî dawî darvekirina heft girtiyan, bûyerekî nehatiye jiyîn e.”

‘Jin rasterast dibin hedefa rejîmê’

 Şîva Mehbubî, bi van gotinan bersiva pirsa me ya têkildarî girtiyên siyasî yên jin da: "Piştî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî', jin di çavên rejîmê de rasterast bûn dijmin. Rejîm bi girtin, cezayên darvekirinê û şêweyên din ên zextê bi taybetî jinên çalak hedef digre. Di girtîgehê de rûxmê hemû zextan jî, jin nîşanî civakê didin ku dev ji têkoşîna xwe bernadin. Lewma, rejîm hewl dide wan tune bike; ev di rastiyê de êrîşek li ser tevahiya civakê ye. Ne tenê biryarên cezayên darvekirinê yên Pexşan, Werîşe û Şerîfeyê, gefên domdar ên li ser jiyana wan jî vê rastiyê nîşan dide."

‘Biryara darvekirinê êrîşeke rasterast a li dijî bedena civakê ye’

Şîva Mehbubî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evînê, wan xwest girtiyên jin veguhezînin Girtîgeha Qerçekê û hewl dan Pexşan û Werîşeyê ji hev veqetînin. Lê belê, bi saya berxwedana girtiyên siyasî, ev tişt pêk nehat. Divê rejîma Îranê nikaribe girtiyekî siyasî jî darve bike, ji ber her biryara darvekirinê êrîşeke rasterast a li dijî bedena civakê ye. Heta niha jî, girtî bi rêyên cuda rastî gelek îşkenceyan tên; mînak ji ber ku dosyaya Werîşe di çarçoveya ‘ewlehiyê’ de tê nîşandan, tevî nexweşiya xwe jî, sewqkirina nexweşxaneyê tê astengkirin.”

‘Berxwedana 'Ji Darvekirinan re Na' di sala 3’yemîn de ye’

Şîva Mehbubî, derbarê girîngiya berxwedana li girtîgehan de wiha axivî: "Zêdetirî salek û nîv e, li girtîgehên Îranê û li seranserê welat berxwedanek heye. Tevî zextên domdar û çêkirina dosyayan jî, girtî bi biryardarî Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinê re Na’ didomînin. Ev tevgerek bê mînak a hevgirtinê ye. Girtiyên siyasî yên jin û taybetî yên li Girtîgeha Evînê, pêşengên vê tevgerê ne. Zeyneb Celaliyan û Meryem Ekbarî Menferd, di şert û mercên pir giran de têne girtin, lê tu zextê dengê wan bêdeng nekir. Mîna xwepêşandanên girseyî yên li kolanan, ev tevger jî êdî di girtîgehan de veguheriye serhildanek berfireh. Ger li kolanan berteka hîn berfirehtir hebûya, wê girtî neçar nebûna ku jiyana xwe bikin xetereyê û serî li grevên birçîbûnê bidin. Piştî mirina Somaye Raşidî jî, ji gelek girtîgehan daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn û girtiyan ji bo hevgirtinê dest bi grevên birçîbûnê kirin.”

Şîva Mehbubî ya got "Piştî 47 salan, bi taybetî bi tepeserkirina tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' re, girtîgeh veguherîn navendên nerazîbûnên civakî", axaftina xwe wiha domand: "Dema cezayên darvekirinê hatin ragihandin, girtiyan bangên nerazîbûnê yên hevpar weşandin. Li derva herçend sînordar be jî, malbatên girtiyên siyasî beşdarî xwepêşandanên roja Sêşemê dibin, her çend bi sînor be jî. Ev xwepêşandan ji bo civakê rêyek hevgirtinê nîşan dide. ‘Sêşema ji Darvekirinê re Na’, ne tenê bertekek li hember cezayên darvekirinê yên takekesî ye; di heman demê de protestoyek berfireh li dijî polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê ye jî. Lê belê, ji bo ku ev tevger bibandortir be, divê piştgiriyek navneteweyî ya bihêztir hebe.”

‘Bêdengiya navneteweyî cesaret dide rejîmê’

Şîva Mehbubî, da zanîn cezayên darvekirinê yên li Îranê di rojeva civaka navneteweyî de nabe rojev û got: “Rakirina cezayên darvekirinan, berdana girtiyên siyasî û mafên mirovan ji bo hikûmetan ne pêşîniyên wan e. Pêşîniyên wan gihîştina çavkaniyên enerjiyê yên nû û çêkirina peymanên aborî ne. Ji ber ku alternatîfek ji bo rejîma Îranê nabînin, tercîh dikin ku rejîmek 'kontrolkirî' li ser piyan bimîne. Gel ji bo wan ne girîng e. Ger carna daxuyaniyên şermezarkirinê tên weşandin, ev tenê encama zexta rêxistinên mafên mirovan e. Lewma, em ne ji hevgirtina dewletan, ji hevgirtina gel hêvî dikin."

Şîva Mehbubî, got: "Darvekirinên li herêmên Xuzîstan, Belûçistan û Kurdistanê yên Îranê ji nîvê zêdetir darvekirinên giştî yên li seranserê welat pêk tîne; lê belê darvekirinên li van herêman bi piranî tên paşguhkirin. Minak Nesîm Îslamzehî ji cezayê darvekirinê yê li dijî xwe hatibû dayîn, agahdar nebû. Bêyi darizandinek adilane an jî xwegihandina parêzerek guncaw, bi zarokên xwe re li girtîgehê tê ragirtin. Gelo li dijî vê pêkanînê, saziyên navneteweyî dengek derxistin? Na.”

‘Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ veguherî tevgerek kûrewî’

Şîva Mehbubî, da zanîn çareserî zexta civaka navneteweyî ye û wiha pê de çû: "Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê çav û guhê xwe girtine. Ne dixwazin bibînin û ne jî bibhîzin. Lê dema nerazîbûna gel zêde dibe, êdî nikarin paşguh bikin. Îro erka me xwegihandina sendîkayan, rêxistinên bingehîn û saziyên mafên mirovan e. Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinê re Na’ veguherî tevgerek kûrewî."

‘Kurd, Belûc û Ereb tên hedefgirtin’

Şîva Mehbubî, balkişand li ser belavbûna darvekirinan a li ser bingeha etnîkî û wiha axivî: "Hin derdor li herêmên Îranê yên mîna Kurdistan û Sîstan-Belucistanê mîna ‘cudaxwaz' pênase dikin û lewma bawer dikin ku darvekirinên li wir ne girîng in. Lê rastî li holê ne. Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, îsal zêdetirî hezar kes hatine darvekirin û ji nîvê wan zêdetir ji kêmneteweyên etnîkî ne. Rejîm bi taybetî herêmên mîna Kurdistan û Belucistanê ku dengên muxalefetê lê xurt in, hedef digre. Van  darvekirinan bi hinceta 'ewlehiya sînor' an jî 'gefa ewlehiyê' rewa dikin.”

‘Divê em rastiyan bibînin û rapor bikin’

Şîva Mehbubî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelek malbat ji tirsê nikarin agahî bidin; lewma hejmarên fermî yên di destê me de ji rastiyê pir kêmtir in. Cûdakariya li dijî kêmneteweyên etnîkî, olî û cinsî rastiyek berbiçav e û rejîm vê yekê pir baş dizane. Yên ku vê rastiyê înkar dikin, sûd didin rejîmê. Piştî êrîşa Îsraîlê, li Kurdistanê gelek kes hatin girtin. Divê em van rastiyan bibînin û rapor bikin. Em dikarin bi rêya medyaya dîjîtal parvekirina agahdariyan zêdetir bikin û xwe bighînin daneyên rasteqîn.”